Li Lubnanê bombardûmana giran a Îsraîlê: Zêdeyî 20 kes mirin

Li başûrê Lubnanê di encama bombardûmana giran a artêşa Îsraîlê de herî kêm 22 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, roja Çarşemê di êrişên hewayî yên Îsraîlê de zarok jî di nav de herî kêm 22 sivîlî jiyana xwe ji dest dan. Li başûrê Beyrûdê û derdora Sûr û Saydayê di êrişên li ser wesayitan de bi dehan kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê li ser Telegramê daxuyaniyek da û diyar kir ku li başûrê Lubnanê êriş li ser "Binesaziya Hîzbûllahê" hate kirin. Artêşê beriya bombardûmanê ji bo gelek gundan hişyariya veguhestinê kir.

JI AGIRBESTÊ Û VIR VE ZÊDEYÎ 400 KES MIRIN

Li gel agirbesta ku 17'ê Nîsanê kete meriyetê, li herêmê şer dewam dike. Hate ragihandin ku ji hingî ve di êrişên Îsraîlê de zêdeyî 400 kes hatin kuştin. Konseya Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Lubnanê jî diyar kir ku xisar li zêdeyî 10 hezar avahiyan bûye.

Hîzbûllahê jî roja Çarşemê diyar kir ku li hemberî leşkerên Îsraîlê hin êriş kiriye û di hin operasyonan de balafirên bêmirov ên bombebarkirî bi kar aniye.

Tê payin ku bi navbeynarkiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li Washingtonê hevdîtin destpê bikin û mijarên ewlehiya sînor û binpêkirina agirbestê bêne nirxandin.